Li Tehranê agir bi kargeha kîmyewî ket: Gelek mirî û birîndar hene

Li Tehranê agir bi kargeha kîmyewî ket: Gelek mirî û birîndar hene

PeyamaKurd - Li bajarê Qemê yê Başûrê Tehranê agir bi kargeha madeyên kîmyewî ket ku di encama şewatê de gelek kes mirin û birîndar bûn.

Li gorî ragihandina medya Îranê, agir bi dezgeha Şokhiye ya berhemên kîmyewî ket ku di encama wê de, gelek kesan jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûne ku hîn derbarê hejmara qurbaniyan de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Hat diyarkirin, piştî şewatê bi sedan tîmên agirkujê çûne cihê bûyerê û ji ber belavbûna agirê li kargehê otomobîlek şewitî ye û ajokarê wê jî bi giranî birîndar bûye.

Li gorî zanyariyan, agir belavî gelek kargehên din jî bûye û ziyaneke mezin çêbûye û agir piştî hewlên tîmên agirkujiyê hatiye vemirandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin