Trump agirbesta bi Îranê re red kir: Li Tehranê kes nemaye em pê re biaxivin

Trump agirbesta bi Îranê re red kir: Li Tehranê kes nemaye em pê re biaxivin

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew di şerê sê hefteyan ê li dijî Îranê de agirbestê naxwaze. Trump destnîşan kir ku ji ber operasyonên wan ên serkeftî, li Tehranê êdî “ti rêber nemaye ku bi wan re rûne ser maseya danûstandinan.”

“Agirbest tune, armanc nêzîk in”

Trump bi awayekî biryardar dijberiya xwe ya li hember agirbestê nîşan da û got:

Ez agirbestê naxwazim. Di vê nuqteyê de paşve gav avêtin tune ye.”

Serokê Amerîkayê tekez kir ku armanca wan a sereke rêgirtina li çekên navokî yên Îranê ye. Lê belê, Trump îşaret bi “kêmkirina” operasyonan jî kir û diyar kir ku ji ber ku ew pir nêzîkî armancên xwe bûne, dibe ku pêvajoya leşkerî ber bi dawiyê ve biçe.

Barê Hurmizê li def milê Çîn û Japonyayê ye

Trump derbarê ewlehiya deryayî ya li herêmê de peyameke baldar da welatên din. Wî destnîşan kir ku divê ewlehiya Tengava Hurmuzê ji aliyê wan welatên ku vê rêyê bi kar tînin ve were parastin. Trump got: “Divê welatên mîna Çîn û Japonya bêtir berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Amerîka dê rasterast vê barî hilnegire, lê heke pêwîst bike dikare piştgiriyê bide.”

Rexneya tund lj NATOyê 

Serokê Amerîkayê di daxuyaniya xwe de careke din hevalbendên xwe yên NATO’yê hedef girtin. Trump îdia kir ku hevpeymaniya NATO’yê bêyî Amerîkayê “bêbandor” e û rexne li wan welatan girt ku di vî şerî de li bendê mane û piştgiriyeke çalak nîşan nedane.