PeyamaKurd - Berpirsê Rêxistina Karûbarên Civakî ya rejîma Îranê Mihemed Bethayî, bi daneyên Wezareta Navxwe hişyariyeke tund li ser hilweşîna yekcarî ya sermayeya civakî da û rewşa navxweyî ya welat wekî zingilê metirsîdar pênase kir.
Di îtirafa berpirsê Tehranê de tê gotin ku têkçûna aborî nîşaneya rasterast a veqetîn û bêzariya kûr a giştî ye li nav gelên Îranê.
Berpirsê Îranî Mihemed Bethayî eşkere kir ku asta sermayeya civakî li Îranê bo %36.6 daketiye û li gorî vê raporê, tenê %25’ê xelkê hest bi hebûna dadperweriyê dikin.
Di heman demê de %75ê civakê bi temamî di bin sîbera cudakarî û nedadperweriya sîstematîk de dijîn.
Li gorî amaran %62yê xelkê ji vê rewşê nerazî ne û %60 ji wan tu hêviyeke wan bi paşeroja di bin sîwana vê desthilatê de nemaye.