Li Tehranê sehîdkirina Mahsa Emînî û ‘Polîsê Exlaq’ protesto kirin

Li Tehranê sehîdkirina Mahsa Emînî û ‘Polîsê Exlaq’ protesto kirin

PeyamaKurd – Li payîtexta Îranê, li Tehranê ‘polîsê exlaq’ ku keça Kurd ya 22 salî ya bi navê Mahsa Emînkî goya li pey qaîdeyên sergirtina Îranê tevnegeriyabû, ji, aliyê polîs de hatibû binçavkirin îşkence lê kiribûn. Emînkî piştî îşkenca polîsê Tehranê jiyana xwe ji dest dabû.

Li gor ajansa nîv-fermî ya xwendekarên Îranê (ISNA) li Tehranê li cadda Hîcabê xelkê ku civiyabûn, kuştina Emînkî û ‘polîsê exlaq’ yê ku bi navê ‘dewriyeyên îrşadê’ tên zanîn protesto kirin. Li gor nûçeyê; dema xwepêşandêr di eleyhiya rêvebiran de slogan avêtin polîs mudaxeleyê çalakvanan kir.

Ajansa nûçeyan ya bi navê Fars ragihand ku hinek jin serpêça serê xwe avêtine û li dijî rêvebiriya Tehranê sloganan avêtine. Di nûçe de hat gotin ku hêzên asayîşê bi motorsîkletan çûne ciyê bûyerê, cop û xaza rondikbarînê bikaranîne û çalakvanan bela kirine.

Li ser medya civakî di dîmenan de hat dîtin ku hêzên ewlehiya li dijî çalakvanan bi tundî tevgeriyane û hinek ji wan xistine binçav.

Keça Kurd ya ji bajarê Seqizê, Emînî, di 13 ê êlûnê de ‘polîsê exlaq’ an ku ‘dewriyeyên îrşadê’ wê xistibûn binçav û keçik di 16 ê êlûnê de jiyana xwe ji dest dabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin