Li Tengava Hurmizê kaptanekî jiyana xwe ji dest da

Li Tengava Hurmizê kaptanekî jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd - Tengava Hurmizê ku yek ji girîngtirîn korîdorên enerjiyê yê cîhanê ye, piştî destpêkirina şerê Amerîka-Îsraîlê û Îranê, veguherî "girtîgeheke ser avê".

Kaptanê tankera petrolê ya bi navê ASP Avana Rakesh Ranjan Singh ê 47 salî, di roja 19an a li bendemana derbasbûnê de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daneyên Rêxistina Deryavaniyê ya Navneteweyî (IMO), niha li kendavê nêzîkî 2 hezar keştî asê mane û zêdetirî 20 hezar deryavan di rewşeke mîna "dîlan" de li benda rizgarkirinê ne.