Li Tirkiyê 52 leskerên pilebilind hatin binçavkirin

Li Tirkiyê 52 leskerên pilebilind hatin binçavkirin

PeyamaKurd - Di encama operasyona ku bi lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Edenê li Tirkiyê hat destpêkirin de, li 20 bajaran bi hinceta FETOyê 52 leşkerên pilebilind ên ser kar hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku di nav leşkerên hatine binçavkirin de, serbaz û efserên pilebilind jî hene û ew ji ber pêwendiyên xwe yên berdewam ên bi rêxistina Fethullah Gulen hatine binçavkirin.

Hêjayî gotinê ye, operasyonên ser leşkerên pilibilindên Tirkiyê ji dema hewla kotedaya 15ê Tîrmeha 2016an ve destpê kirine ku hîn jî berdewam dikin û li gor rayedarên Tirkiyê hê jî FETO ji nav artêşê nehatiye paqijkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin