PeyamaKurd- Li Tirkiyê li hemî bajaran seet ji 08:00an pê de hilbijêr çûne ser sandoqan. Îro 56 mîlyon û 342 hezar û 263 hilbijêr wê rayên xwe bi kar bînin. Îro mîlyonek û 650 hezar û 171 kesên ciwan wê cara pêşî rayên xwe bi kar bînin. Seet li 17:00an sandoq wê werin girtin. Piştre jî hijmartina dengan wê dest pê bike.
Li derveyî Tirkiyê li 60 dewletan li 123 nûneriyna 13 rojan welatiyên Tirkiyê rayên xwe bi kar anîn. Li derveyî Tirkiyê Mîlyonek û 486 hezar û 532 ra hatin bikaranîn. Beşdarbûna hilbijartinê ji %48.78 bû. Li deriyên gumrikan îro heta seet 17:00an hilbijartin wê bidome.
Li Amed, Sêrt û Wanê wezîfedarên hilbijartinê û pusulayên rayan bi firokeyên leşkerî hatin kişandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin