Li Ummanê di firtûna tropîkal de 6 kes mirin

Li Ummanê di firtûna tropîkal de 6 kes mirin

PeyamaKurd – Li gor ragihandina ajansa Ummanê ONA yê; bi sedema bobelata tropîkal 6 kes jiyana xwe ji dest dan. Ji eyaleta Ummanê Munir bin Muhammed Al Sinan, ji bo ajansa fermî ya Ummanê ragihandinê kiriye û dibêje ku di 30 yê mehê de bobelata tropîkal destpêkir û wê heya çarşema pêşiya me dewam bike.

Li seranserê welat heya niha 6 kes mirine û divê xelk xwe ji ciyê talûke dûr bixe bi taybetî ji ciyên av lê dicive û ji wadiyan.

Di bobelata 4 ê cotmeha 2021 ê de jî bi heman sedemê 12 kes miribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin