PeyamaKurd – Li Payîtexta Ummanê li Maskatê nêzî mirzgeftê êrîşekî pêk hat û di encamê de 4 kes mirin.
Bûyer ber destê êvarê li taxa El Wadî El Kebîrê çêbû. Li ser bûyerê polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Li gor ragihandina polîs ji bilî 4 kesên kuştî gelek birîndar hene.
Nehat zanîn bê bûyer çima û ji aliyê kê de qewimî lê polîs lêpirsîna xwe dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin