PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li herêma Paleochorî ya bajarê Kavala ya Yûnanîstanê balafireke kargo ya kompaniyeke Ukraynayê ket xwarê ku tê gotin, madeyên metirsîdar di wê balafirê de hebûn.
Li gor nûçeya Ajansa Dewleta Yûnan AMNA yê di balafirê de madeyên metirsîdar hebûn û dema balafir ketiye 8 muretebatê wê jî hebûn.
Uayedarên Yûnan diyar kirin ku balafir şeva şemîyê ketiye û daxwaz kirin ku hêzên agirkujiyê û tîmên destwerdanê destpêkê ji cihê bûyerê dûr bikevin û Tîmeke pispor ya teqemeniyê jî çûye cihê bûyerê.
Pîlotê balafirê beriya ketinê anons kiriye ku di matora balafirê de pirsgirêk derketiye, ji ber wê jî destûra daketinê xwestiye lê beriya ku bigihîje balafirgehê, matora balafirê agir girtiye û li nêzîkî herêmeke niştecihbûnê li bajarê Kavalayê ketiye xwar.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin