PeyamaKurd- Serokkomarê Misrê Abdulfettah Sîsî ku li ser Lîbyayê gotibû; ‘Sirte û Cufra xeta wan ya sore’, Lîbya bersiva wî da û got ku ev ‘destêwerdana karên hundir ê Lîbyayê ye û îlana şer e.’
Berdevkê operasyonên hevpar yên Sirte û Cûfrayê yê bi ser artêşa Lîbyayê General Abdulhadî Dirah, bi awayekî nivîskî bertek nîşanî gotinên Sîsî da û weha got:
"Sîsî, bi gotina xwe ku gotiye Sirte û Cûfra xeta wî ya sore, ev destêwerdana karê hundir yê Lîbyayê ye. Em, vê gotina wî bo Lîbyayê îlana şer qebûl dikin. Hêzên me yên qehreman ew rêya ku tê de ne, wê temam bikin û deverên ku di destê terorîstan de mane, wê ji mîlîsên Kerame, şervanên bi pere û destekvanên wan rizgar bike.”
Serokê Misrê Sîsî, îro li rojavayê Misrê seredana hêzên hewayî kiribû û weha gotibû:
“Eger pêwist be wê leşkerên Misrê karibe di derveyê Misrê de wezîfe bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin