PeyamaKurd- Serokê Konseya Serokatiyê ya Lîbyayê Muhammed el-Menfî ragihand ku hevkariya di navbera welatên cîranên Nîjer (Lîbya, Cezayîr û Çad) û Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) de ji bo dabînkirina îstiqrara herêmê girîng e.
Muhammed el-Menfî, li paytext Trablusê bi Babagana Kingibe Nûnerê Taybet ê Serokomarê Nîjeryayê Bola Ahmed Tinubu re hevdîtin kir.
Kingibe, nameya ku ji aliyê Tinubu ve hatibû şandin ku di heman demê de Serokê ECOWASê ye, radestî Menfî kir.
Hat zanîn ku Menfî, di hevdîtina xwe ya bi Kingibe re bal kişand ser geşedanên li Nîjerê û kêfxweşiya xwe hanî zimên ku Lîbya û Nîjerya ji bo parastina aramiyê li Nîjerê şêwirîn.
Li gorî hat ragihandin, Menfî diyar kir ku desteserkirina artêşê ya li ser hikûmeta hilbijartî ya li Nîjerê nayê qebûlkirin, bal kişand ser girîngiya hevkariya di navbera welatên cîranên Nîjer (Lîbya, Cezayîr û Çad) bi ECOWASê re ji bo îstiqrara li Nîjer û herêmê bê parastin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin