PeyamaKurd – Artêşa Îranê ragihand ku Buhira Hurmizê car din girtine û li 2 keştiyên ku xwestin di Hurmizê de derbas bibin xistin e. Keştiyekî ya kargoyê yê û ya dinê ya petrolêye.
Artêşê ragihand ku girtina Hurmizê ji ber givaşên Amerîkayê yên ser Îranêye. Çapemeniya Îngîltere ragihand ku botên êrîşê yên artêşa Îranê li her dû keştiyan xistine lê di wezîfedarên keştiyan de ti rewşekî nexweş nîne.
Ji artêşa Îranê ji baregeha navendê ya Xatemul Enbiya belavokekî li ser Hurmizê belav kir û tê de got ku di peymana navbera DYA-Îranê de, ji bo niyeta xwe ya baş nîşan bide, Îran bi kontrol îznê da çûna keştiyan lê terefê Amerîka soza xwe nanî cîh û givaşên xwe yên ser Îranê dewam dike.
Artêşa Îranê ragihand ku Hurmizê car din girtine û ji aliyê artêşa Îranê de, bi awayekî xwurt tê kontrol kirin. Îran di belavokê de got Amerîka heya îznê bide keştiyên ku ji Îranê diçin û tên, wê Hurmiz girtî be.
Li aliyê dinê serokê dînî yê Îranê Ayetullah Mucteba Hamaney daxwuyaniyekî nûh da û got ku hêzên Îranê yên deryayê amadeye ku dijminan têk bibe.