Lubnan: Agirbest mifteya sereke ya danûstandinên bi Îsraîlê re ye

Lubnan: Agirbest mifteya sereke ya danûstandinên bi Îsraîlê re ye

PeyamaKurd - Li ser qonaxa nû ya dîplomatîk li herêmê hate ragihandin ku bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), asoyên danûstandinên rasterast di navbera Lubnan û Îsraîlê de xuya bûne.

Li gorî nûçeyên medyaya Erebî, destwerdana rasterast a Serokê Amerîkayê û hewildanên dîplomatîk ên Washingtonê bûne sedema pêkanîna agirbestê û vekirina deriyê diyalogê. Ev pêngav wekî derfeteke girîng tê dîtin daku nakokiyên sînorî û ewlehî yên bi salan di navbera her du welatan de bi rêyên siyasî werin çareserkirin.

Şertê Serokê Lubnanê û astengiyên li pêşiya aştiyê

Serokê Lubnanê Josef Ewn derbarê pêvajoyê de daxuyaniyek da û tekez kir ku parastina agirbestê şertekî bingehîn û neçar e ji bo her cûre danûstandinekê.

Hate diyarkirin ku hîn gelek dijwarî li pêşiya vê proseyê hene, nexasim nakokiyên siyasî yên navxweyî yên li Lubnanê, helwesta Hizbullahê ya li hember danûstandinan û binpêkirinên dubare yên agirbestê metirsiyê li ser asoyên aştiyê çêdikin.

Hêjayî gotinê ye, lawaziya agirbestê di qonaxa niha de wekî astenga herî mezin a li pêşiya dîplomasiya DYAyê tê nirxandin.