PeyamaKurd - Serokê Şandeya Parlamento û Danûstandinê ya Îranê Mihemed Bager Qalibaf û Serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Berrî li ser memoranduma têgihîştinê ya Îran-Amerîkayê û pêşketinên li Lubnanê nêrînên xwe parve kirin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a nîv-fermî Tasnim, Qalibaf û Berrî bi telefonê axivîn.
Di dema axaftinê de, Qalibaf destnîşan kir ku bidawîanîna pevçûnê li Libnanê û misogerkirina serweriya neteweyî beşek girîng a madeya yekem a memoranduma têgihîştinê ya di navbera Îran û Amerîkayê de îmzekirî pêk tîne.
Wî diyar kir ku armanca wan bidawîanîna şerê li Lubnanê ye û rê bidin ku mirovên koçber vegerin malên xwe, û ew bi cidî li dû vekişîna leşkerên Îsraîlî ji Lubnanê ne.
Kalibaf herwiha diyar kir ku tîma danûstandinê ya Îranê di dema danûstandinan de gelek caran mijara êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê anî ziman û tekez kir ku ev êrîş binpêkirina madeya yekem a memoranduma têgihîştinê ne. Wî zêde kir ku bi Amerîkayê re li hev hatiye kirin ku mekanîzmayek bi navê "Yekîneya Kontrolkirina Nakokiyan" were avakirin da ku pêkanîna agirbestê li Lubnanê were şopandin.
Berri, ji aliyê xwe ve, diyar kir ku pêvajoya li Swîsreyê tê meşandin di berjewendiya Lubnanê de ye, lê Îsraîl hewl dide ku yekparçeyiya ax û serweriya neteweyî ya Lubnanê têk bibe.