PeyamaKurd- Artêşa Lubnanê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de fermandarekî wan hatiye kuştin. Artêşa Îsraîlê jî îdia kir ku di êrîşê de "3 terorîst hatine kuştin ku plan dikirin êrîşî Îsraîlê bikin”.
Fermandariya artêşa Lubnanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya li navçeya Seyda ya li başûrê Lubnanê ya li dijî otomobîlekê de fermandarekî wan hatiye kuştin.
Fermandariyê li ser mijarê da xuyakirin, "Serheng Ebdullah 22yê Kanûna 2025an li ser rêya Quneytîra-Mameriye-Seydayê di êrîşa li dijî otomobîla wî de mir."
Li aliyê din çavkaniyên îsraîlî jî dane xuyakirin, di operasyonekê de 3 kes hatine kuştin ku plana êrîşan li dijî hêzên Îsraîlê dikirin. Li gorî çavkaniyan, yek ji kuştiyan endamê saziya îstîxbaratê ya Lubnanê bû û yekî din jî personelê pergala parastina hewayî bû.