Lubnan ser û binê hev bû

Lubnan ser û binê hev bû

PeyamaKurd- Li Lubnanê xwepêşandan û pevçûn dewam dike. Lubnanî ev du roje ku daketine kuçe û kolanan nerazîbûna xwe ya li dijî bacên ku hukumet bo hemwelatiyan daniye nîşan didin. Îro roja duyeme û heya niha ji hêzên asayîşê 72 kes birîndar bûne û 70 kes hatine binçavkirin. Serokwezîr Saad el-Harîrî di axafitna xwe de 72 siet wext da hevkarên xwe yên hukumetê û Lubnan  ser û binê hev bû.

Wezîrê karên hundir yê Lubnanê Raya Hasan di ser hesabê xwe yê twitterê de ragihand ku di xwepêşandanan de zerarê nedin malê giştî û yên taybet. Li aliyê dinê sekreterê giştî yê xaça sor yê Lubnanê George Kettane di ragihandina çapemeniyê de got ku wan tedawiya 64 kesan kirine û 530 kesan jî şandine nexweşxaneyan û 17 biyaniyan ji otêlên nav sûrê neqlî devera bi ewle kirine.

Hukumeta Lubnanê bo komûnikasyon û bi taybetî bo tora WhatsAppê bacê danîbû û xelk nerazîbûna xwe beyan kiribû ku hêjî dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin