PeyamaKurd – Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko, li St. Petersburgê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn re civiya.
Lukaşenko, got ku kompaniya leşkerên kirêkirî ya Rûsî Wagner ku piştî serîhildana dijî Moskowê li Belarûsê hatine bicihkirin, daxwaza çûyîna aliyê rojava anîne ziman û êdî wan dixin stresê.
Serokê Belarûsê diyar kir ku Wagnerî dibêjin, “Em derkevin gera Varşova û Rzeszowê’ ev gotinên wî wekî gefa êrîşkirina ser Polonyayê hatin nirxandin.
Herwiha Lukaşenko gotiye, piştî destpêkirina hicûma hêzên Ukraynayê, li gorî texmînên amerîkiyan windahiyên Ukraynayê 26 hezar leşker in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin