PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya profesorê Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selaheddînê, Dr Abdulrehman Rehîm Abdulla peyameke sersaxiyê pêşkêşî malbat û Ragirayetiya Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selaheddînê kir.
Serok Barzanî di peyama xwe balê dikşîne ser xizmeta bi salan a mamoste Dr. Abdulrehaman û dibêje, Dr. Abdulrehman Rehîm Abdulla yek ji wan mamostayan bû bi salên dûr û dirêj xizmeta tevgera zanistê kiriye û rolekî ber bi çav li pêgihandina hejmarek ji kesayetiyên akademî û yasanas de hebûye.
Tevahiya Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Rêzdarên li Ragirayetiya Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selaheddînê
Bi dilgiranyekî zêde ve nûçeya koça dawî ya (Profesor Doktor Abdulrehman Rehîm Abdulla) gihîşt me.
Profesor Doktor Abdulrehman Rehîm Abdulla yek ji wan mamostayan bû bi salên dûr û dirêj xizmeta tevgera zanistê kiriye û rolekî ber bi çav li pêgihandina hejmarek ji kesayetiyên akademî û yasanas de hebûye ku îro dirêjepêderê heman armancên zanistî û yasanasê Dr Abdulrehman in.
Bi vê helkefta xemgîn de, serxweşiyên xwe pêşkêşî malbata we ya rêzdarê xwedê jêrazî Profesor Dr Abdulrehman û kesukarên wî û Ragirayetiya Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selaheddîn û Mamosta û xwendekaran dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin