Gelo Nasrallah krîza dil derbas kir?

Gelo Nasrallah krîza dil derbas kir?

PeyamaKurd-Ji aliyê çapemeniya Lubnanê de hat ragihandin ku serokê Hîzbullah a Lubnanê Hesen Nasrallah krîza dil derbas kiriye û wî bo tedawiyê birine nexweşxanê. Lê hêj kes mijarê esehî nekiriye.

Rojnamevanê Lubnanî Jerry Mahar bo rojnameya İsrael Hayom ê weha ragihand:

“Çavkaniyên îstîxbaratê bo min gotin ku kesekî di asta bilind de birine nexweşxanê. Hin çavkaniyên din jî gotin ku kesê di nexweşxaneya Lubnanê de tedawî dibîne Hesen Nasrullah e.”

Rojname ragihand ku Nasrallah bi salaye bi nexweşîna pençeşêrê re têdikoşe. Rêvebirên Lubnanî û Hîzbûllah hêj çi beyanekî nedane çapemeniyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin