Sûriye | Karmendekî tenduristiya Tirkiyê li Babê hat kustin

Sûriye | Karmendekî tenduristiya Tirkiyê li Babê hat kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajaroka Babê ya Helebê ku di bin kontrola artêşa Tirkiyê de ye, êrîşek li dijî otomobîleke tenduristiyê ya Tirk pêk hat ku karmendekî Heyva Sor a Tirk di encamê de hatiye kuştin û kesekî din jî birîndar bûye.

Hevya Sor a Tirkiyê ragihandiye ku otomobîleke wan li herêma dikeve navbera bajarokê El Rai û El Babê rastî êrîşê hatiye û hat diyarkirin, hin kesên çekdar di nav otomobîleke bê plake de otomobîla Heyva Sor a Tirkiyê gulebaran kirine.

Hat ragihandin karmendekî Hevya Sor a Tirkiyê ku li Babê kar dikir bi navê Mehmet Arif Kidiman hatiye kuştin û karmendekî din jî birîndar bûye ku birîndar bo nexweşxaneyeke Tirkiyê hatiye veguhestin.

Rêveberê Giştî yê Heyva Sor a Tirkiyê Kerem Kinik jî ji cihê bûyerê ragihandiye, li gor yasaya navdewletî karmendên Hevya Sor parastî ne û êrîş şermezar kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin