Festîvala Fîlmên Karkeran ya Navnetewî destpê kir

Festîvala Fîlmên Karkeran ya Navnetewî destpê kir

PeyamaKurd – 15emîn Festîvala Fîlmên Karkeran ya Navnetewî (ÎFF) bi dirûşmeya “Yên nikarin li malê bimînin bibîne“ destpê kir. Galaya festîvala li ser YouTube hat weşandin.

 Alîcan Yucesoy, pêşkêşkariya festîvalê dike û Mert Firat û Ercan Kesal beşdarî bernameyê bûn.  Burcu Yeşilbaş, Kardeş Turkuler, Metin-Kemal Kahraman û Şanişer bi stranên xwe reng dan festivale.

Di çarçoveya galayê de fîlmê Fatih Pinar bi navê “Ne qezayê lê cinayet e” dê were nişandan. Herwiha dê fîlmên wekî Otobêz, Mercedesa Zer, Cumartesi Cumartesi û Umut Üzümleri li ser YouYubeyê de bêne nişandan.

Ji bo agahiyên zêdetir dikarin li kanala festîvalê IFF ya YouTubeyê de binêrin: Youtube.com/channel/UCNrrRyknHWUfzLxhEplOULQ

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin