PeyamaKurd – Piştî ku Amerîkayê fermana derketina karmendên xwe ji Iraqê derxist û li dû wê biryarê jî welatên wekî Almanya û Holandayê rahênan û perwerdehiyên leşkerî bo hêzên Iraqê rawestandin Fransayê jî biryara xwe da.
Rayedarekî Wezareta Bergiriya Fransayê ji Reutersê re ragihand, “Niha ti plan û biryareke artêşa Fransayê ya rawestandina perwerdeyên leşkerî bo Iraqê tune ye.”
Rayedarê ku navê xwe eşkere nekir got, “Di angajmana Fransayê de ti guherînek çênabe.”
Hêjayî gotinê ye, niha 300 karmendên leşkerî yên Fransayê li Iraqê dimînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin