Dadgehê biryara tehlîyekirinê pesend kir: Onder îro tê berdan

Dadgehê biryara tehlîyekirinê pesend kir: Onder îro tê berdan

PeyamaKurd – Dadgeha 26emîn a Cezayê Giran li ser biryara tehlîyekirinê ya Dadgeha Bilind a Destûra Tirkiyê (AYM) îro di çarçoveya binpêkirina mafê azadiya derbirinê de, biryara serbest berdana parlamentarê berê yê HDPê Sirri Sureyya Onder derxist.

Onder ji ber axaftineke Newroza sala 2013an li Stenbolê ligel Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş hatibû darizandin û 3 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn û piştre ketibû Girtîgeha Kandira ya Enqerê.

AYMê ji ber binpêkirina mafê azadiya derbirinê biryara tehlîyekirina wî ji dadgeha ku lê hatibû darizandin xwestibû û îro jî wê dadgehê biryara AYMê pesend kir û rêya derketina ji girtîgehê jê re vebû.

Niha parêzer, malbat û hejmarek parlamentarên HDPê li ber girtîgehê li benda tehlîyekirina Sirri Sureyya Onder in.

Hêjayî gotinê ye, ji heman dozê 4 sal û 8 meh ceza li Demirtaş jî hatibû birîn, lê tevî biryara dadgehê ya tehlîyekirinê jî ew nehatibû berdan û ji heman dozê careke din doz lê hatibû vekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin