PeyamaKurd – Hêzên rejîma Beşar Esed 2 gundên bakurê rojavayê Hemayê ji destê çekdarên opozîsyonê derxistin.
Rojanmeya El Wetan a nêzîkî rêveberiya Şamê ragihand ku artêşa Sûriyê bi hevkariya êrîşên esmanî yên Rûsyayê du gundên bakurê rojavayê Hemayê yên El Cabîn û Tel Melah ku serê meha Hezîranê ketibûn destê hêzên opozîsyonê, kontrol kirin.
Li gorî amarên medyayî di şerê 3 mehên dawî de li bakurê rojavayê Sûriyê zêdetirî 400 sivîlan can daye û li gorî dezgehên têkildar ên Neteweyên Yekbûyî 440 hezar kes jî ji wê herêmê koçber bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin