Mihemed Helbûsî: Mosekbarankirina Balyozxaneya Amerîkayê navûbangê Iraqê leke dike

Mihemed Helbûsî: Mosekbarankirina Balyozxaneya Amerîkayê navûbangê Iraqê leke dike

PeyamaKurd- Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî radigehîne ku moşekbarankirina balyozxaneya Amerîkayê navûbangê Iraqê leke dike.

Mihemed Helbûsî di beyanameyekê de, moşekbarankirina balyozxaneya Amerîkayê şermezar kir û daxwaz ji hikûmeta Iraqê dike balyozxaneya welatan ên li Bexdayê biparêze.

Helbûsî ragihand, moşekbarankirina berdewam a balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê navûbangê Iraqê leke dike û welat bêhêz dike. Herwiha ziyanê digehîne berjewendiyan û peyvendiyên dîplomatîk ên Iraqê.

Duh bi şev 5 moşek ji Herêma Kesk a Bexdayê re hatin avêtin, ku 3 moşek li sînorê Balyozxaneya Amerîkayê ketin û behsa birîndarbûna 3 kesan tê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin