PeyamaKurd – Nûçegihanê Ajansa Anadoluyê ya Tirkiyê Musab Turan, bi sedema ji wezîrên sanayî û teknolojiye Mustafa Varank û ji wezîrê zîraî û daristanê Bekir Pakdemirli di derbarê wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Süleyman Soylu û Sedat peker pirsê kiribû, ji kar hat derxistin. Pirsa Turan ji wezîran ev bû:
“AKP ev 19 sale weka tevgera gel dest bi xebatên xwe kiribû û desteka xelkê sitendiye, gelo navê AKP ê ji Süleyman Soylu yê ku jiyana wî tije şaibeye biçûktire?
Li ser vê pirsê, her dû wezîr dawî li karê nuçegihanê AA yê Musab Turan anîn. Turan weha got:
“Bavê min Ali Seydi Turan, damezrênerê AKP ê yê Sultanbeyliye. Ew AKP ya ku ez difikirim, divê dagere ser kewna xwe ya berê. Ez bo pirsa xwe lêborîna xwe naxwazim. Divê siyaset li ser bingeha dadweriyê bê kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin