PeyamaKurd- Li Hindistana navîn û rojava barana zêde ya bi şid, firtûne û brûsk bû sedema mirina 47 kesan. Rêvebirên Hindistanê ragihandin ku li eyaleta Rajastanê di encama rabûna firtûnê û lêxistina brûskê de herî kêm 24 kes mirin.
Serokwezîrê eyaleta Madhya Pradeşê Kemal Nath ragihand ku bi sedema barana zêde û firtûnê 10 kes mirine.
Li gor ajansa The Press Trust of India di encama firtûna ku li eyaletên Gujarat û Maharaştrayê de 13 kes jiyana xwe ji dest dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin