PeyamaKurd- Amerîka û tevî hêzên koalisyona pê re li Sûryê operasyonên herî dawiyê dikin. Berdevka wezareta karê derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand ku wan dest bi operasyonên ser herêmên di destê DEAŞê de kirine û weha dewam kir:
“ Em tên dawiya kontrolkirina axa Sûriyê ji aliyê DEAŞê ve û wê DEAŞ nema karibe xelkê terorîze bike.”
Beyana Nauert bi nivîskî hat belavkirin. Di beyanê de dibêje wê şer bi zahmetî derbas bibe û ger êrîş were ser hevakarên wan yên li Sûriyê dê wan biparêzin. Hem di ragihandina xwe de behsa sînorên bi ewle dike û dewam dike:
“Em ê bi hevkarên me yên NATO yê bi Tirkiye re, hevkarên me Îsraîl, Urdun, Iraq û Lubnan re bi hevre tevbigerin û bikin ku sînorên wan li hemberê DEAŞê bi ewle bin. Herêmên ku ji DEAŞê tên rizgarkirin, bo aramiya wan herêman em ê ji hevkarên xwe bêhtir alîkariya hêz,materyal û çavkaniyan bixwazin. Weka serokê me Trump çawa ji Macron re got ku divê şopên linga yên bi hêz li Sûriyê bihêlin. Ew deverên ku ji DEAŞê tên paqijkirin, divê ji aliyê hêzên Esed an Îranê ve nên talankirin.”
Nauert, behsa vejandina pêvojoya Cenevreyê kir û got ku heya ji destê wan were, wê bibin bersiva Erebên sunnî, Kurd, xîrîstiyan, Turkmen û kêm neteweyên din yên li Sûriyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin