PeyamaKurd – Baroya Diyarbekirê bersiv da gefên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku li Dersîmê gotibû, “Kengî rêxistina terorê bêje wan bipeyivin, Baroya Diyarbekirê dipiyeve. Kengî rêxistina terorê dibêje tiştekî bikin çalakiyan bikin, Baroya Diyarbekirê jî hewla çalakiyan dide.”
Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin piştî gef û daxuyaniyên Soylu li ser medya civakî ragihand, “Rojên êrîşkirina ser Baroya Diyarbekirê îsal li Dersîmê hat destpêkirin. Wekî sala 2018an dîsa Suleyman Soylu beşdarî çalakiya êrîşkirinê bû. Belengaz dewlet daye pişta xwe û her kî derkeve pêşiya wî gef û heqaretan dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin