PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Azerbeycanê ragihand ku li Qerebaxê, di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de, bi navbeynkariya hêzên aştiyê yên Rûsyayê cenazeyan bihev guhertine. Li gor ragihandina ajansa Sputnikê; şerê li devera Şûşayê çêbû bû û tê de ji her dû aliyan leşker miribûn, cenazeyên wê deverê bihev guhertine. Azerbeycan ragihandiye ku wan 6 leşkerên xwe teslîm sitendine.
Nehat ragihandin bê çend cenaze teslîmê Ermenistanê hatine kirin. Di peymana ku di 10 ê mehê de hatibû kirin, di xala 8 an de behsa guhertina cenaze û dîlan dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin