Erdogan: “Ez 7 maasên xwe dibexsînim”

Erdogan: “Ez 7 maasên xwe dibexsînim”

PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi sedema berlêgirtina koronavîrusê kampanya netewî da destpêkirin. Serê kampanyayê ew da destpêkirin û ragihand ku ew 7 maaşên xwe bo kampanyayê bexşandiye. Erdoğan ragihandina xwe piştî civîna encumena wezîran kir.

Erdoğan got ku rêxistinên sîvîl yên civakî di nav de herkes dixebite da alîkariya kesên pêdiviya wan heye bike û axaftina xwe weha da dewamkirin:

“Baweriya me ew e ku divê dewlet pêşvaniya kampanya netewî ya hevkariyê bike. Me bi navê ‘em têra xwe dikin Tirkiye’, ji aliyê wezareta karên xebat û siyasetên civakî de hesabê bankayê hatiye vekirin. Bi mesajan herkes dikare alîkariya xwe bigihîne. Armanca me welatiyên ku derfetên wan kêmin û bi sedema ku tedbîrên ku me bo koronavîrusê girtiye, kesên ku mexdûr bûne, em ji wan re bibin destek.”

Serokkomar got ku ew ê tesbîta mûhtacan û mexdûran di rêya Weqfa Alîkariya Civakî de û eger pêdivî hebe di rêya keyayan (muxtar) de tesbîta wan bikin da alîkarî bigihê ciyên rast.

Wezîrên Tirkiyê, berê biryarê dabûn ku alîkariya kampanyayê bikin û ew di serî de banga parlementerên partiya xwe û yên partiyên din dikin da alîkariyê bidin kampanyayê. Erdoğan hetta behsa alîkariya kesên ku zekata xwe di meha Remezanê de bidin, dixwaze tevlî alîkariyê bibin.

Erdoğan behsa tevlîbûna burokratan, karsazan, bazirganan û her qismê civakê kir ku alîkariya kampanyayê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin