PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Almanya Heiko Maas û wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi sedema salvegera 30 emîn rakirina dîwarê navbera her dû Almanya, li bajarê Leipzigê civîneka çapemeniyê lidarxistin. Maas di civînê de got ku eger ne ji Amerîka bû ya, her dû Almanya nedibûn yek û sipasyia xwe kir.
Maas li ser gotinên Macronê serokê Fransayê ku bo NATO yê gotibû ‘Mêjiyê NATO yê miriye’ ragihand ku ew vê fikrê qebûl nake û NATO ewlekariya Awrûpayê garantî kiriye.
Pompeo jî behsa NATO yê kir ku hevkariyeka krîtîke û divê temamên endamên NATO yê barê NATO yê parve bikin.
Niha li Almanya li dora 38 hezar leşkerên Amerîkayê hene. Di rojeva Pompeo de, dahatûya leşkerên Amerîkayê yên li Almanya, teknolojiya 5 G yê, Nord Stream 2 û zahmetiyên aborî û stratejîk yên ku dê ji Rûsya, Çîn û Rûsyayê werin, hene
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin