PeyamaKurd- Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban ragihand ku hikûmeta niha ya Macarîstanê heta ku li ser desthilatê be dê bi Rusyayê re şer neke.Viktor Orban têkildarî şerê Rusya û Ukraynayê ji Radyoya Kossuth re axivî.
Viktor Orban, di derbarê nêzîkahiya welatê xwe ya li hember Rusyayê de daxuyaniyek da û got ku
"Hikûmeta Macarîstanê rê nade ku Budapeşte, bi Rusyayê re şer bike û welêt li Ukraynayê bikişîne nav şer."
Orban, li dijî gotinên Şaredarê Budapeştê Gergely Karacsonyi ku gotibû "Macarîstan jixwe bi Rusyayê re di nav şer de ye.” bertek nîşan da û got,
“Heger kesek bêyî ku ji cihê xwe rabe tiştên wiha bibêje, ew ne li ser hişê xwe ye. Tu kesek aqilmend ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn bizanibe dê daxuyaniyên wiha nede.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin