Macron bi “êlek zer”an re civiya

Macron bi “êlek zer”an re civiya

PeyamaKurd- Serokê Fransayê Emmanuela Macron li Qesra Elysee bi temsîlkarên “êlek zer”an re, li dora 4 sietan civîn çêkir. Macron piştî civînê weha got:

“Li welat hêrseka kûr û mafdar heye. Ez ê rewşa awarte bo aboriyê û civakî îlan bikim. Kesên ku meha wan di bin 2 hezar ewro de ne, ez ê ji wan re zam bikim, bila sektora taybet jî ji karmendên xwe re bike. Pêdiviya me bi nûkirineka kûr ya dewletê heye. Pêvajoya ku em tê de ne gelek girîng e û em ê bi aramî mijarê çareser bikin.”

Di civînê de ji bilî temsîlkarên “êlek zer” an ji hukumetê û ji sendîkayên memûr û karkeran gelek kes hebûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin