PeyamaKurd - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, di Civîna Komelgeha Siyasî ya Ewropayê de helwesta welatê xwe ya derbarê krîza Tengava Hurmizê de eşkere kir. Macron diyar kir ku Fransa piştgiriyê nade operasyona leşkerî ya Amerîkayê û bang li aliyan kir ku rêya dîplomasiyê hilbijêrin.
"Şert û mercên nezelal" û banga dîplomasiyê
Macron destnîşan kir ku heta şert û mercên operasyonê bi temamî zelal nebin, Fransa dê beşdarî tu çalakiyeke leşkerî ya zorane nebe. Serokkomarê Fransayê tekez kir ku çareseriya krîza li Tengava Hurmizê ne di destwerdana leşkerî de, lê di lihevkirina navbera Washington û Tehranê de ye. Macron got, "Ewlehîya trafîka keştiyan tenê bi koordînasyona her du welatan pêkan e." Ev daxuyanî wekî nîşaneya nakokiyên di navbera hevalbendên NATOyê de li ser krîza Rojhilata Navîn hat nirxandin.