Macron: Em ê beşdarî operasyonek li dijî Tengava Hurmuzê nebin

Macron: Em ê beşdarî operasyonek li dijî Tengava Hurmuzê nebin

PeyamaKurd - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir, "Fransa di rewşa heyî de bi tevahî beşdarî tu operasyonên vekirin an rizgarkirina Tengava Hurmuzê nabe."

Macron ev gotin îro (Sêşem, 17ê Adara 2026an) berî civîna Konseya Ewlehî û Parastinê ya Neteweyî ya derbarê rewşa Îran û Rojhilata Navîn de ji rojnamevanan re kir.

Macron diyar kir ku Fransa ne alîyekî şerê Rojhilata Navîn e û got, "Fransa di rewşa heyî de bi tevahî beşdarî tu operasyonên vekirin an rizgarkirina Tengava Hurmuzê nabe."

Macron zêde kir ku Konseya Parastinê ya Fransayê pêşketinên li herêmê û bandorên operasyonên leşkerî ji nêz ve dişopîne.

Macron tekez kir ku Fransa ne beşek ji pevçûnê ye û got, "Ez dubare dikim, Fransayê ev şer hilnebijart, em beşdarî wê nabin, em di rewşek parastinê ya tevahî de ne da ku welatiyên xwe û hevalbendên xwe yên li herêmê biparêzin."

Macron tekez kir ku pêşîniya Fransayê parastina baregeh û welatiyên xwe yên li herêmê û piştgirîkirina welatên hevalbend e, diyar kir ku ew armanc dikin ku belavbûna erdnîgarî ya pevçûnê bi qasî ku pêkan be sînordar bikin.

Roja Duşemê, 17ê Adara 2026an, Serokê Amerîkayê Donald Trump, di gotarekê de li Qesra Spî, diyar kir ku ew bi Macron re axiviye, helwesta xwe ya li ser hewldanên zextkirina hevalbendan ji bo vekirina Tengava Hurmuzê "8 ji 10" nirxand û îma kir ku Macron wê beşdarî hewldana ku ji hêla Amerîkayê ve tê piştgirîkirin bibe.