Macron: "Êrisa li Sûriyeyê nava Rûsya û Tirkiyê xera kir"

Macron: "Êrisa li Sûriyeyê nava Rûsya û Tirkiyê xera kir"

PeyamaKurd - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku di êrişa li hemberî Sûriyeyê de hemû moşekên ku ji balafirên Fransayê hatin avêtin, li hedefên xwe ketine. 

Macron diyar kir ku wî ji Pûtîn re gotiye Rûsya jî di bikaranîna çekên kîmyayî de hevkarê Sûriyeyê ye û herwisa îdîa kir ku êrişê navbera Rûsya û Tirkiyeyê xera kir. 

Macron got operasyona hatiye kirin serkeftî bûye û dewam kir: 
"Belgeyên li ber dest hene ku rejima Sûriyê li Dûmaya Xûtaya Rojhilat çeka kîmyayî li dijî sivîlan bi kar aniye."

Herwiha got ewî Trump qanih kiriye ku eskerên xwe li Sûriyê bihêle.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin