Macron Nîzar Amêdî pîroz kir

Macron Nîzar Amêdî pîroz kir

PeyamaKurd - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, bi peyamekê hilbijartina Nîzar Amêdî ya serokkomariya Iraqê pîroz kir.

Macron di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya aramî û serweriya Iraqê û got, aramiya Iraqê, berdewamiya saziyên dewletê û bi temamî bikaranîna serweriya welat, di vê serdemê de ji bo Iraq û herêmê ji her demê zêdetir pêwîst e.

Serokkomarê Fransayê herwiha diyar kir ku Fransa wekî hevalbendekî nêzîk, dê di her warî de li kêleka Iraqê cih bigire û piştgiriya xwe ya ji bo saziyên vî welatî bidomîne.