PeyamaKurd – Li bajarê Giresunê li navça Pirazizê li gundê Gökçeali mamostê xaneşîn Kadir Demir di baxçê bindeqan de giyayê bi navê 'galdirik' diçinand, dema mêzêna xwe wenda kir ji zinar de ket jêr û jiyana xwe ji dest dan.
Kesên rûdanê dîtin xeberê dan tîmên tenduristiyê û dema kontrola mamoste kirin dîtin ku can daye. Li ser rûdanê lêpirsînê dan destpêkirin.