Merz ji bo paşxistina êrîşên ser Îranê spasiya Trump kir

Merz ji bo paşxistina êrîşên ser Îranê spasiya Trump kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, piştî serkeftina partiya xwe CDU ya di hilbijartinên parlamena eyaleta Rheinland-Pfalzê de, derbarê aloziya Îranê de daxuyaniyên girîng da.

Merz da zanîn ku wî dawiya heftiyê bi Serokê Amerîka Donald Trump re bi rêya telefonê axiviye û fikarên xwe yên derbarê êrîşên li ser santralên elektrîkê yên Îranê gihandine wî.

Merz got ku ew "minetdar e" ku Trump ev êrîş 5 rojan paş xistine û bi vê gavê re derfeteke nû ya ji bo pêwendiya rasterast ligel serokatiya Îranê derketiye holê.

Hewldanên Almanyayê yên ji bo agirbesta li herêmê

Merz destnîşan kir ku Almanyayê amadehiya xwe nîşan daye ku ji bo aramkirina rewşê her cure alîkariyê bide Trump û wiha axivî: "Têkiliyên me yên baş bi hemû herêmê re hene. Me pêşniyar kir ku em dikarin bi hev re bixebitin da ku di zûtirîn dem de agirbestek pêk were."

Serokwezîrê Alman herwiha diyar kir ku bêyî erêkirina Îsraîlê çareseriyeke mayînde zehmet e, lê ew ji bo dîtina rêyeke aştiyane hemû hewldanên xwe dimeşînin.