PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanî (Davos) de, îro 21ê Rêbendana 2026an bi Serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam re hevdîtinek pêk anî.
Di civînê de rewşa giştî ya Iraqê û guherînên siyasî yên li herêmê bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.
Her du serokwezîr li ser giringiya parastina ewlehî û aramiya Sûriyeyê û bidawîkirina şerên leşkerî li hev kirin.
Mesrûr Barzanî û Newaf Selam tekezî li ser wê yekê kirin ku divê pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin. Her wiha, di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku rêzgirtin li mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên din ên civakê li Sûriyeyê, şertekî sereke ye ji bo aştiyeke mayînde.