Mezinê Katalanya Carles Puigdemont hat binçavkirin

Mezinê Katalanya Carles Puigdemont hat binçavkirin

Parêzerê Puigdemont ragihand ku di dema ji Danîmarka derbasî Almanya dibû hat binçavkirin. Puigdemont, di 27 ê cotmeha borî de serxwebûna Katalanyayê îlan kiribû. Dadgeha Bilind ya Îspanyayê di derbarê wan de di asta Awrûpa de biryara girtinê dabû.

Cîgirê serdozgerê eyaleta Schleswig-Holsteinê Ralph Döpper ragihand ku ew li ser biryara îadekirina serokê Katalanyayê Carles Puigdemont lêkolînê dikin.

Döpper ragihand ku  li ser rêya A7 ya ku Almanya û Danîmarkayê bihev re girê dide hatiye girtin. Döpper got ku ew niha biryarê vedikolin bê wê çiqas karbibin Puigdemont di binçav de bihêlin.

Ajansa Nûçeyan ya Almanya (DPA) di nûçeya xwe de ragihand ku serokê Katalan birine zîndana li Neumünsterê. Lê Döpper ji ber ewlekariya serokê Katalan ciyê wî aşkera nekir.

Li gor nûçeya kovara Focus ê ya Almanya Puigdemont her daîma ji aliyê îstîxbarata Îspanya ve tê taqîbkirin û di dema ji Fînlandiya derketiye da here Almanya, îstîxbarata Îspanyol agahiyê daye Daîra Krîmînal ya Almanya.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin