Mezlûm Ebdî ji Al Arabiya re axivî: Me biryar nedaye çekên xwe radest bikin

Mezlûm Ebdî ji Al Arabiya re axivî: Me biryar nedaye çekên xwe radest bikin

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di hevpeyvîna Al Arabiya de daxuyaniyên girîng dan û got, hişyarî da ku her rêkareke din li şûna gihîştina lihevkirineke hevbeş bi rayedarên nû yên Sûriyeyê re di warê leşkerî de dê bibe sedema pirsgirêkên mezin.

Mezlûm Ebdî got: "Me biryar nedaye ku em çekên xwe radestî wan bikin yan jî em hêzên xwe belav bikin lê em amade ne ku li ser avakirina artêşeke niştimanî ya yekgirtî guftûgo bikin."

Mezlûm Ebdî tekezî li ser wê yekê kir ku HSDyê pêşniyara avakirina komîteyeke hevbeş kiriye ji bo nirxandina vê mijarê û amaje bi wê yekê jî kir ku ew jî li Sûriyeyê li dijî hebûna hêzên cuda ne.

Fermandarê Giştî yê HSDyê behsa wê yekê jî kir ku nûnerê HSDyê ji bo wan civînên ku Ehmed Şera, Serokê Desthilata Demî ya Sûriyeyê bi komên çekdar ên cuda yên Sûriyeyê re li ser tevlîbûna wan a nav artêşa Sûriyeyê kirine, nehatiye bangkirin.

Mezlûm Ebdî diyar kir: "Pêwendiyên HSD û Ehmed Şera 'li ser bingeha çalakiyê, ne li ser nîqaşê ne.”

Derbarê wan gotegotên ku HSD ji aliyê Îranê ve çek wergirtine de, Fermandarê Giştî yê HSDyê ragihand ku ew ne hewcedarê çekên Îranê ne, di nav wan de dron jî hene û got ku hêzên Amerîkayê roleke çalak û girîng di aramkirina rewşê de dilîzin.

Amerîka herî kêm 2 hezar leşkerên xwe li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hene û HSD jî hevpeymanê sereke yê Amerîkayê ye li Sûriyeyê ji bo rûbirûbûna DAIŞê.

Hêjayî gotinê ye, 30yê Kanûnê şandeke HSDê cara yekem li gel Ehmed Şera li Şamê civiyabû, lê lihevkirineke giştî çênebûbû.

Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.