PeyamaKurd- Wezîrê Berê yê Karên Derve yê berê yê Amerîkayê Mike Pompeo, peyamek li ser rewşa Îranê belav kir û got, rejîma Îranê li ber hilweşînê ye û MOSSAD jî li qadê ye.
Pompeo li ser hesabê xwe yê Xê ragihand: “Heke Amerîka sozên xwe yên bo piştevanîkirina xelkê Îranê bi cih bîne, dibe ku em hilweşîna lezgîn a vê rêjîmê bibînin û dibe em vê yekê bi serastî bi pêş bibin”.
Pompeo diyar kir ku rejîma Îranê ketiye tengasiyeke mezin û anîna kirêgirtiyan ango hêzên milîs "hêviya wê ya dawî û herî mezin e."
Pompeo destnîşan kir, li bi dehan bajaran serhildan berdewam dikin û hêzên Besîc li bajarên wekî Meşhed, Tehran û Zahedanê di bin dorpêçê de ne, herwiha diyar kir ku armanca piştî van deran Belûçistan e.
Pompeo bi balkişandina ser hejmara 47 (temenê rejîmê û serokatiya 47an a DYAyê), sersala nû li xwepêşanderên li kolanan pîroz kir.
Herwiha Pompeo bi awayekî eşkere sersal li "her sîxurê Mossadê yê ku li kêleka xwepêşanderan dimeşe" pîroz kir û bi vî rengî îdiayên hebûna îstîxbarata Îsraîlê di nav bûyerên Îranê de jî anî ziman.