Mirzoyan: Ermenistan û Azerbaycan van nêzîkan peymana astiyê radigihînin

Mirzoyan: Ermenistan û Azerbaycan van nêzîkan peymana astiyê radigihînin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan, ragihand ku di navbera Ermenistan û Azerbaycanê di demeke nêzîk de, wê peymana aştiyê bê ragihandin.

Mirzoyan, li parlamentoyê li ser danûstandinên aştiyê yên Azerbaycan-Ermenistanê got, "Hêvî heye em li ser du xalan li hev bikin û baweriya min pê heye, em ê bibin xwedî peymaneke tam lihevkirî ya aştiyê.”

Herwiha Mirzoyan, diyar kir ku komîsyonên diyarkirina sînoran ên Baku û Êrîvanê wê di demeke nêzîk de pesendbûna xebatên xwe ragihînin û bi vî awayî wê pêvajo birêve biçe.

Ararat Mirzoyan, da zanîn ku Tirkiye jî di nav vê pêvajoyê de cî digire û hêvî heye bê şert û merc pêwendî bêne başkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin