PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îmaratên Yekbûyî yên Erebî û Misirê ji bo piştgiriya hêzên Xelîfe Hafter ên Libyayê bi balafirên kargoyê çek şandin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî 3 balafirên kargoyê yên çekan, ji ji baregeheke Îmaratê ya li Afrîkayê rabûne û li balafirgeha di bin kontrola hêzên Hatfer a Libyayê danîne.
Hat diyarkirin ku di balafiran de, hêzên milîs bo piştgiriya Hafter hatine şandin.
Herwiha rojnameya El Arabî El Cedîd jî ragihandiye ku Misirê bi du balafirên kargoyê hêzeke zêde ya çek û wesayîtên leşkerî ji hêzên Hafter re şandiye.
Hêjayî gotinê ye, Tirkiye jî beriya niha çekdarên Sûriyê bo piştgiriya hikûmeta Wîfaq a dijî Hafter şer dike şandibûn ku çav li rê ye di parlamena Tirkiyê de jî biryara şandina hêzê were dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin