PeyamaKurd - Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ji Bo Karûbarên Mirovî Mark Lowcock ragihand, ku ew hewl didin bi riya Tirkiyê alîkariyê bigihînin xelkê Efrînê û diyar kir,ku wan nebihîstiye xelkê deverên din li Efrînê tên bicîhkirin.
Di roja duyemîn a “Konferansa Hevkariya Siberoja Sûriyê” ya li paytexta Belçîkayê Brûkselê de nûnerên welatên herêmê û cîhanê li gel berpirsên ajans û rêxistinên navdewletî, di bin çavdêriya Yekîtiya Ewropayê de pirsa Sûriyê gotûbêjkirin.
Beşdarên konferansê di dema gotûbêjan de li hember mijara Efrînê bêdeng man. Rûdawê ev bêdengî şkînand û derbarê Efrînê de pirs ji berpirsên Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî kir.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY Ji Bo Karûbarên Mirovî Mark Lowcock li serpirsa Efrînê ragihand: Em dixwazin bi rê û hevkariya Tirkiyê alîkariyan bigihînin Efrînê. Lê tê gotin, ku xelkê vediguhezin wan navçeyan, me ev yek nebihîstiye.”
Cîgira Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî jî li ser heman pirsê got: "Me ti caran şerm nekiriye behsa Efrînê bikin. Me herdem jî gotiye, ku rê û rêbazên leşkerî pirsgirêkan çareser nake. Herwiha me eşkere kiriye, ku em bala xwe didin ser şerê li dijî DAIŞê û grûbên terorîstî.”
Serokwezîrê Lûbnanê Seed Herîrî jî di çarçoveya konferansê de li ser mijara koçberên Sûriyê ji rojnamevanan reragihand: “Me li ser wê yekê axivîku em koçberan vegerînin welatên wan. Em ê jî alîkariya mirovî pêşkeşî wan bikin. Bi rastî jî xerc û lêçûna ji bo koçberan ji bo gel û welatê me pir bargiranî ye.”
Di konferansê de hate destnîşankirin, ku dê milyarek euro ji bo alîkariya koçberên Sûriyê were mezaxtin.
Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas jî ragihand, ku dê welatê wî ji bo îsal û sale pêş milyarek euro ji bo alîkariyan koçberan pêşkeş bike.
Berpirsên85 welatan û dezgehêncîhanî ji bo gotûbêjkirina pirsa Sûriyê li Yekîtiya Ewropayê kom bûn. Bi tevê ku 300 hezar koçberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ne lê ji Başûr ti nûnerek beşdarî konferansê nebû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin