PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê (Pentagon) Mark Esper ragihand ku Serok Trump amade ye bi îranê re ji bo bikevin rêyeke nû danûstandinê bide destpêkirin.
Mark Esper ji televizyona CBS re rageşiya navbera Îran-Amerîkayê nirxand û got ku Trump bê merc amade ye bi Tehranê re rûne û da zanîn, “Trump ji bo rêyeke nû û asayî û avêtina hin gavan amade ye hevdîtinê bike”.
Trump herî dawî piştgirî dabû xwepêşandanên Îranê û gotibû, dev ji zext û kuştina gelê xwe berdin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin