Moşeka Îranê li kargeha kîmyayî ya hesas li başûrê Îsraîlê xist

Moşeka Îranê li kargeha kîmyayî ya hesas li başûrê Îsraîlê xist

PeyamaKurd - Moşekek Îranî li nêzî Beerşeba li başûrê Îsraîlê li herêmeke pîşesaziyê xist û zirara madî da kargeheke hesas ku madeyên kîmyayî yên xeternak tê de hene.

Li gorî raporên medyaya Îsraîlê, îro (Yekşem, 29ê Adarê, 2026), di çarçoveya êrîşên moşekî yên Îranê yên ku deverên navendî û başûrê welêt hedef digirin de, moşek li herêma pîşesaziyê ya Neot Hovav a nêzî Beerşeba ket.

Raportên destpêkê piştrast kirin ku bombebaranê zirara madî ya girîng da tesîseke ku madeyên kîmyayî yên xeternak hildiberîne.

Polîsên Îsraîlê û berpirsên karûbarên acîl ên Magen David Adom diyar kirin ku kesek birîndar bûye û li cihê bûyerê hatiye dermankirin.

Her çend piştî teqînê fikarên cidî li ser rijandina madeyên kîmyayî yên jehrîn li herêmê hebûn jî, lêkolînên berfireh ên ji hêla tîmên teknîkî ve eşkere kirin ku tu rijandina xeternak ji bo jîngehê nehatiye tomarkirin.

Şîrketa Weşana Giştî ya Îsraîlê (KAN) destnîşan kir ku kargeha hedefgirtî bingeheke pîşesaziyê ya krîtîk e ku madeyên kîmyayî yên pir hesas hildiberîne.

Rayedaran ji niştecihan xwestine ku ji herêma ku moşek lê ketiye dûr bisekinin û bi tevahî bi prosedurên ewlehiyê re tevbigerin da ku ewlehiya giştî misoger bikin.